Libnanê 4 dergehên neyasayê bi Sûriyê re girtin

Libnanê 4 dergehên neyasayê bi Sûriyê re girtin

Welat TV – Hewlêr

Desthilatdarên Libnanî girtina 4 dergehên neyasayê li ser sînorê bi Sûriyê re ragihand.

Di daxuyanyekê de Artêşa Libnanê duh 22yê Adara 2025an got: Ji bo rûbirûbûna derbasbûna neyasayê û çalakiyên qaçaxçiyê Desthilatdarên Libnanî 4 dergehên neyasayê li ser Sînorê bi Sûriyê re li devera Qesr-Hermel girtin.

Pêncşema bûrî jî, artêşa Libnanê ragihandibû ku 3 dergehên neyasayî bi Sûriyê re li deverên El-Qa’, Mişrîfa û Dewra girtin.

Beriya neha Encûmena Wezîran a Libnanê biryar da ku komîteyeke wezîran pêk bîne ji bo pêşniyarkirina rêkarên pêwîst ji bo kontrolkirina sînorê bi Sûriyê re.