Serok Barzanî peyamek li ser Newroza Kolnê belav kir
Welat TV – Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî peyamek li ser Newroza Kolnê belav kir û got: Cihê kêfxweşiyê ye ku hejmareke zêde ya Kurdan bi coşeke bêhempa beşdarî di Newroza Kolnê de kir.
Serok Barzanî, da zanîn, Beşdariya wê hejmara zêde ya Kurdistaniyên xweşewîst, nîşaneke zelal e ji karîn û zindîbûna revenda Kurdî ku rola wan li dervey welêt bihêz e û her dem ji bo piştevanîkirina doza gelê Kurdistanê li cîhanê û nava raya giştî amade ne.
Serok Barzanî diyar kir, Her çend e li bajarê Kolnê, destên ne emîn xwestin di romala xwe de peyama kombûna cemewarî têk bidin lê deng û rengê beşdarbûyan nehiştin ew hewl bi ser bikevin û di ahengê de rêbaza dilsoziyê bo welêt û Kurdistanîbûnê bi ser ket.
Serok Barzanî got jî: Ez spasiya ew kesên xweşewîst yek bi yek dikim, ku bi coşeke Kurdayetî û bi ruhekî niştîmanperwerane peyama aştîxwaziya gelê me bo cîhanê gihand. Hêvîdar im her dem di xweşî, cejn û sahî de bin. Silavan li hemû xebatkar, azadîxwaz û dilsozên Kurd li her cihekî bin, dikim.