HRW: Sûriya ne aram e û rastî kirîzeke mirovî hatiye

HRW: Sûriya ne aram e û rastî kirîzeke mirovî hatiye

Welat TV - Hewlêr

Rêxistina "Human Rights Watch" raporta xwe ya 34an di sala nû de belav kir, behsa kiryarên mafên mirovan li bêhtirî 100 welatî kiriye di nav de welatê Sûriyê.

Rêxistinê di raporta xwe de ragihand: Welatiyên sivîl li Sûriyê di sala 2023an de rastî kiryar û binpêkirinên hovane ji aliyê Rêjîma Esed û aliyên din ve hatine.

HRW got: Gelê Sûriyê rastî krîzeke mrovî tê ku 90% ji welatiyan di bin hêla hejariyê de dijîn û pêwîstiyeke wan ya zêde bi parastin û alîkariyên mirovî heye.

HRW da diyarkirin: Tevî Sûriyê welatekî ne aram e û kiryar û binpêkirin lê berdewam in, welatên cîran mîna Turkiyê û Libnan di proseyên ne yasayî de derbarê vegerandina neçarî ya penaberên Sûrî bo welatên wan berdewam in. Nabe tu welatek hizrê di vegerandina penaberan de bo Sûriyê bike li gel berdewamiya rewşên ne aram û xirabûna rewşê bi giştî.

Her weha raportê bi giştî behsa binpêkirinên mafên mirovan li Sûriyê kir û got sivîl li deverên bin destê rêjîmê de di nav de penaberên vegeryane ser cih û warên xwe rastî tevaya curên binpêkirinan mîna girtin, binçavkirin eşkencedan û astengiyan tên.