Bingeha Elşedadî ya Hevpeymaniya Navdewletî li Hesekê hate armanckirin
Welat TV - Hewlêr
Milêsên ser bi Îranê ve dubare bingeheke Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê bi mûşekan armanc kir.
Jêdereke xwecihî ji Welat TV re got: Milîsên ser bi Îranê ve duh bi mûşekan bingeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî li bajarokê Elşedadî li gundewarê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê armanc kir, bê ku zanyarî derbarê ziyanan de hebin.
Ji 17ê Mijdara 2023yan ve û ta niha, milîsên ser bi Îranê ve bingehên hêzên Emerîkî û yên Hevpemaniya Navdewletî li Sûriyê û Iraqê armanc dikin, ta niha 130 êrîş hatine tomarkirin.
9 bingehên Emerîkî û yên Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hene, yek li devera Eltenef li gundewarî Humsê ye, 2 li Dêra Zorê ne û 6 jî li Rojavayê Kurdistanê ne.