Mesrûr Barzanî: Ji ber şewatên li Kûrya Başûr ez pir xemgîn im

Mesrûr Barzanî: Ji ber şewatên li Kûrya Başûr ez pir xemgîn im

Welat TV – Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ji malbat û kesûkarên qurbaniyên şewatên Kûrya Başûr re nîşan da.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya tora civakî X belav kir: Ji ber şewatên li Kûrya Başûr ez pir xemgîn im, ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên qurbaniyan re dixwazim. 

Mesrûr Barzanî hêviya selametiya bilez ji hemû birîndar û ziyandîtiyan re xwest.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî got jî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel hikûmet û gelê Kûrya Başûr di vê dema zehmet de radiweste.

*Ziyan  

Di encama wan şewatan de, 24 kesan jiyana ji dest dane û 27 hezar kes hatine rizgarkirin.

5 hezar ji endamên agirvemirandinê û 87 helîkopterê di proseya vemirandinê de beşdar in.