Dijeterora Kurdistanê dronek li balafixaneya Hewlêrê aniye xwar

Dijeterora Kurdistanê dronek li balafixaneya Hewlêrê aniye xwar

Welat TV - Hewlêr

Dijeterora Herêma Kurdistanê roja 11ê Çileya 2024an ragihand ku dronek li balafixaneya Hewlêrê aniye xwar.

Dijeteror Kurdistanê di daxuyaniyekê de got: Roja Pêncşemê demjimêr 18:50, droneke bombekirî ku jêdera wê milîsên ji yasayê derketî, berev bingeha leşkerî ya Hêzên Hevpeymaniya dijî DAIŞê li balafixaneya Hewlêrê anî xwar.

Dijeteror Kurdistanê got jî: Di 10 mehê de dronek li balafixaneya Hewlêrê anîbû xwar.

Dijeterora Herêma Kurdistanê roja 5ê mehê ragihand ku Bingeha Herîr a leşkerî li Herêma Kurdistanê, bi dronekê hate armanckirin.

Dijeterora Herêma Kurdistanê got jî: Bingeha Herîr a leşkerî berê weke baregeheke leşkerî ji Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê re dihat bikaranîn.