Reuters: 3 Şandiyên Ewropî civîneke nihênî li Sûriyê encam da û hejmarek daxwaz ji hikûmetê kirin

Reuters: 3 Şandiyên Ewropî civîneke nihênî li Sûriyê encam da û hejmarek daxwaz ji hikûmetê kirin

Welat TV - Hewlêr

Ajansa Reuters da zanîn ku di 11ê Adarê de berpirsên Ewropî civînek li Sûriyê bi wezîrê derve re encam da.

Ajansê got, civîn nihênî bû û ji rojnamegeriyê re nehat ragihandin.

*Ewropa rewşa Sûriyê dişopîne

Di civînê de 3 şandiyên Ewropî ji wezîrê derve yê Sûriyê Esed El-Şeybanî re got, ku welatên Ewropî ji nêzîk ve rewşa Sûriyê dişopînin û tekezî li ser sizadana grûpên tundrew ên ku bi sedan Elewî kuştine dikin.

*Hikûmeteke giştgir

Her weha tekezî li ser pêkanîna hikûmeteke giştgir û parastina dezgehên dewletê kirine.

*Rûbirûbûna terorê

Ajansê diyar kir ku, şandiyên Ewropî di civîna xwe de tekezî li ser nevegera DAIŞê û rêxistina El-Qayîde kirine.

Ajansa Reurters da zanîn ku eger rêkarên tund li hember grûpên tundrew neyên standin piştevaniya nevdewletî li ser Sûriyê namîne.

*Her weha bixwîne.. Emerîka lîsteyeke mercan li hember sivikirina sizeyan radestî Sûriyê kir