Qamişlo.. Amadekariyên cejnê tên kirin û gazin ji buhabûna nerxan hene
Welat TV - Hewlêr
Meha Remezanê bi dawî dibe û bi tenê du sê roj ji Cejinê re mane. Welatiyên Rojavayê Kurdistanê di van rojan de mijûlî karûbar û amadekariyên cejinê ne.
Li bazara bajarê Qamişlo jî tevger heye û xelk pêdiviyên cejinê dikirin û bi hatina cejnê kêfxweş in, lê buhabûna nerxan wan dilgiran dike.
Necah Hemîdî xelka Qamişlo, ji Welat TV re dibêje: "Em karûbaran dikin, lê nerx buha ne, nerxê dolar daketiye jî û hîn nerx weke xwe mane".
Ciwan Emîn jî welatiyekî bajarê Qamişlo ye tekez dike: "Tevî daketina nerxê dolar lê nerxê kelûpelan nehatine guhertin. Bandora vê yekê jî gelek e, ji ber ku rewşa abûrî ya rêjeyeke mezin ji welatiyan xerab e".
Ji aliyê xwe ve jî Şikrî Yûsuf ku dukandar e, ji Welat TV re diyar dike: "Her kes li gorî karînên xwe cejnê dike, û îsal nerxên kelûpelên cejnê ji yên salên derbasbûyî arzantir in, û tevgera di nava bazar de baş e".
Tevî hemû zehmetî, astengî û êşan, xelkê Rojavayê Kurdistanê geşbîn in û cejnên xwe pîroz dikin û bang li aliyê pêwendîdar dikin ku bi erkê xwe rabin û çevdêrî li ser nerxan hebe û nerxên guncaw werin dstnîşankirin.