Turkiyê Hejmarek baregeh li Rojavayê Kurdistanê armanc kirin

Turkiyê Hejmarek baregeh li Rojavayê Kurdistanê armanc kirin
Tirbespiyê

Welat TV - Hewlêr

Balafirên şer ên Turkî şeva borî hejmarek cih li bajarên Dêrik û Tirbespiyê yên Rojavayê Kurdistanê armanc kirin û ziyan hatin tomarkirin.

Jêdereke xwecihî ji Welat TV re got: Droneke Turkî piştî nîvê şeva borî baregehek li derdora bendava Başût li Rojhilatê Dêrikê armanc kir.

Jêderê serbar kir, balafireke Turkî her du westgehên Zarba û Ewdê yên petrolê li Tirbespiyê armanc kirin, di encamê de ziyanên mezin hatin tomarkirin her weha hejmarek baregeh li bajarokê Çil Axa hate armanckirin.

Wezareta bervaniyê ya Turkiyê di daxuyaniyekê de berbanga îro, armanckirina 29 baregehên ser bi PKKê ve li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Beriya vê armanckirinê, wezareta Berevaniyê ya Turkiyê ragihandibû, di encama şer û pevçûnên li gel PKKê de, dema hewla derbasbûna bingeheke Turkî li Herêma Kurdistanê kiribû, 9 serbazên Turkiyê hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.

Ji 23 Berçileya 2023yan, balafirên Turkî 46 xal û cihên xizmetguzarî, sivîl û leşkarî li her du herêmên Cizîr û Kabaniyê li Rojavayê Kurdistanê armanc kirin.

Di 5ê Cotmeha sala borî de, Turkiyê operasyoneke leşkerî esmanî ragihand, tê de bi sedan westegên petrol û elektirîkê û şûnên girîng aramnc kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan tekez kir: Ji serê sala 2023yan ve Turkiyê 151 êrîş li ser Rojavayê Kurdistanê encam dane.