Bajarê Hesekê bê av e

Bajarê Hesekê bê av e
Pirsgirêka nabûna avê li Hesekê

Welat TV – Hewlêr

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, pirsgirêka nebûna avê berdewam dike, ji ber wê yekê şênî neçar dibin avê bikirin, û nepakiya avê jî dibe sedema belavbûna nexweşiyan.

Welatiyên Hesekê tekez dikin ku ji 6 heyvan ve, carekê tenê av ji westgeha Elok a avê, ku di bin destê Turkiyê de ye, hatiye berdan, lewma kirîz li Hesekê zêde kiriye û av negihiştiye piraniya taxên bajêr.

Welatiyekî ji taxa Salihiyê ji Welat TV re got: Em neçar dibin avê bikirin, lê jêdera ava ku em dikirin ne diyar e û ne paqij e, lewma dibe sedema belavbûna nexweşiyan, nexasim di nava zarokan de.

Got jî: Ji bilî wê, nirx giran e, ku her tankeke 1000 lîtrî, bi 30 hezar lîreyên sûrî em dikirin, pir kes jî ji ber rewşa aborî nikarin bikirin.

Rêxistina (Human Rights Watch) Pêncşema borî 11 Çileya 2024an di raporta xwe de got: Nakokiya berdewam di navbera Turkiyê û Rêveberiya PYDê de, yek milyon mirov li Hesekê ji avê bêpar dike û jiyana wan dixe metirsiyê de.