Tertûs.. 2 endamên ewlekariya giştî hatin kuştin

Tertûs.. 2 endamên ewlekariya giştî hatin kuştin

Welat TV - Hewlêr

2 endamên ewlekariya giştî ya hikûmeta karbirêker a Sûrî di êrîşekê de li Tertûsê hatin kuştin.

Li gorî jêderên xwecihî yên Sûrî, Îro hejmarek çekdar êrîşî hêzeke ewlekariya giştî ya Sûrî li Tertûsê kir, di encamê de, 2 endamên ewlekariyê hatin kuştin.

Jêderan got ku piştî êrîşê, çekdar bo cihekî ne diyar reviyan û lêgerîn ji bo dîtina wan berdewam e.

Li Berava Sûriyê hîn girjî berdewam in, her dem û demekê şer di navbera ewlekariya giştî û çekdaran de derdikeve û aramiya deverê têk diçe.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di raportekê de diyar kir ku ji 6 ta 27ê Adarê, 1659 sivîl li Berava Sûriyê hatine kuştin û çarenivîsa gelek kes ne diyar e.