JI ber baranê.. Zêdetirî 1100 konî debideran li Bakurê Rojavayê Sûriyê rastî ziyanan hatin

JI ber baranê.. Zêdetirî 1100 konî debideran li Bakurê Rojavayê Sûriyê rastî ziyanan hatin

Welat TV - Hewlêr

Kampên derbider û navendên demkî ji bo rizgarbûyên erdhejê li Bakurê Rojavayê Sûriyê rastî zaiyanên mezin ji ber barîna zêde ya baranê hatin.

Berevaniya Sivîl a Sûrî di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber barîna zêde ya baranê û lehiyan 48 kamp li Idlib û Helebê rastî ziyanan hatin.

Da zanîn, 1118 kon û navendên demkî ji ber lehiyan rastî ziyanan hatine jê 75 bi temamî hatine jinavbirin.

Bervaniya Sivîl tekez kir ku lawazbûna bersivdana mirovî li ser astên navdewletî û xwecihî rewşa koçbarkiriyên ku ev 13 sal in di kampan de dijîn xirabtir dike.