Piraniya wan jin û zarok in.. Termên 172 şehîdên Enfalê bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin
Welat TV - Hewlêr
Termên bi sedan şehîdên Enfalê ku di goreke komî de li beyabana parêzgeha Semawa ya Îraqê hatibûn dîtin bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin.
Termên 172 şehîdên Enfalê piraniya wan jin û zarok in, ku di sala 2019an di goreke komî de li beyabana parêzgeha Semawa hatin dîtin û ji bo pijîşkiya dadwerî ya Îraqê hatibûn şandin pişt re nimûneyên DNA hatibûn wergirtin, îro ew term bo Herêma Kurdistanê tên vegerandin.
Bi amadebûna hejmarek ji xizmên şehîdan, wezîrê tendirustiya Iraqê, serpereştyarê rêveberiya Germiyan û qayimeqamê Çemçemalê, term ji Bexdayê berev Herêma Kurdistanê hatin birêkirin.
Rejîma Elbe´s li Îraqê di navbera Sibat û Îlona 1988an de, pêvajoya Enfalê di 8 qonaxan de pêk anî û tê de 182 hezar Kurd bi saxî bin ax kirin.