Malbata Perwîn Dendeh bo HSDê: Zaroka me vegerînin

Malbata Perwîn Dendeh bo HSDê: Zaroka me vegerînin
Perwîn Ibrahîm Dendeh

Welat TV - Hewlêr

Perwîn Ibrahîm Dendeh, zaroka kurd a ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye, ji 2022yan ve bo leşkeriya neçarî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hatiye revandin, malbata wê daxwaza vegerandina wê dike.

Mizgîn Dendeh meta Perwînê îro 13 Çileya 2024an ji Welat TV re got: Keça birayê min jidayîkbûna 2009an e, ji mala xwe ya li Qamişlo di 20 Cotmeha 2022yan, derket û ta niha venegeriyaye.

Da zanîn: Me serdana hemû sazî û dezgehên ser bi PYDê û HSDê ve kir, lê ji me re digotin ne li cem me ye. Piştî demekê fermandariya HSDê li Hesekê ji mer re got ku Perwîn li cem me ye.

Mizgîn Dndeh bal kişand ser rewşa wê: Tendirustiya wê ne aram e, nexwşiya gurçikan pê re heye, her weha keça tekane ya bav û dayîka xwe ye, em dengê xwe digihîn hemû aliyan ku zaroka me ji me re vegerînin.

Di sala 2019an de, fermandarê Hêzên Sûriya Demoqratîk Mezlûm Kobanê, li gel Vêrcîniya Gamba nûnera Netewên Yekgirtî bo karûbarên zarokan, li ser peymanekê îmze kiribû, ku êdî zarokan tevlî hêzên xwe nake û zarokên di nav de serbest berde.

Antonyo Gotîrîş, Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî, di raporteke xwe de li pêş Encûmena Ewlehiya Navdewletî, di 27ê Mijdara 2023yan de got: "Li seranserî Sûriyê, ji 1ê Tîrmeha 2022 ta 1ê Tîrmeha 2022yan, 2990 zarok hatine leşkerkirin, jê 130 keç in, ji koma giştî 829 ji aliyê Hêzên Sûriya Demkratîk hatine revandin û leşkerkirin".

Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî tekez kir: "Di 2 salên borî de, rêjeya 80 li ser sedî zêde bûye, û HSDê pabendî bi rêkeftina li gel Netewên Yekgirtî îmze kiriye, nebûye".