Çekdarên "Emşat" 110 hezar dolar li ser gundekî Efrînê sepandin

Çekdarên
Gundê Aşka Rojava - Efrîn

Welat TV – Hewlêr

Li gundê Aşka Rojava, ku ser bi bajarê Cindrêsê yê herêma Efrînê ve ye, çekdarên Sultan Silêman Şah (Emşat) bi dehê hezaran ji dolarên Emerîkî li ser kurdan sepandin.

Welatiyekî ji gund îro 13ê Çikeya 2024an ji Welat TV re ragihand: Bacên "Emşat" em xeniqandin, îsal berhem û demsala me gişt dizîn, niha jî 110 hezar dolarên din li ser me sepandin.

Welatiyê kurd ku nexwest navê wî eşkere bibe da diyarkirin: Ji tirsa lêdan û binpêkirinên Emşat, kurdên ku nikarin pereyan bidin, ji malên xwe derdikevin, li çol û nav zeviyan şevên xwe derbas dikin.

Rojane binpêkirin di dermafê kurd û siruşta herêmê de rû didin, berî çend rojan, grûpeke çekdar li gundê Memala yê navçeya Raco, li her du welatiyên bitemen, Hemîd Yûsif û Fatme Heman dan û eşkence kirin.

Bajarê Efrînê, 7 navçe û gundên wê niha di bin destê Turkiyê û çekdarên "Artêşa Niştîmanî" ya oposizyona Sûriyê de ne, ji 18 Adara 2018an ve ji destê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê derketiye.

Di 23 Mijdara 2023yan de, Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Oposizyona Sûriyê (Itîlafê) di civîna xwe ya 69 de, tekezî li ser sizedan û dadgehkirina tawanbar û encmaderên binpêkirinan kir, lê welatî û çavdêrên rewşa Efrînê tekez dikin ku tu tawanbar nehatine dadgehkirin.