6 kes di êrîşekê de li gundewarê Baniyasê hatin kuştin

6 kes di êrîşekê de li gundewarê Baniyasê hatin kuştin

Welat TV - Hewlêr

6 kes di êrîşekê de li gundewarê Baniyasê li parêzgeha Tertûsê de hatin kuştin.

Îro di yekem roja Cejna Remezanê de, grûpeke çekdar êrîşî gundê Herf Binimre li gundewarê bajarê Baniyasê kir, di encamê de 6 welatî hatin kuştin, di nav de zarok û kesên bitemen hebûn.

Ev êrîş bû sedema tirsa welatiyên gund ku ji pêkhateya Elewî ne, û gelek mlbat derbiderî deverên din bûn û hîn nevegeriyane malên xwe.

Li gorî Rewngeha Sûrî ya Mafên Mirovan, çekdaran dirruşmên taîfî bang dikirin û êrîşî qurbaniyan kir.

Rewangehê da zanîn jî ku ji destpêka sala 2025an ve, 450 kes di piroseyên tolvedanê de li seranserê Sûriyê hatine kuştin.

►Her weha bixwîne: Rewangeha Sûrî: 1659 sivîlan li Berava Sûriyê hatine kuştin