"Bilbilê Dêrikê".. 11 sal di ser koçkirina Cemal Se'dûn re derbas dibin

Welat TV - Hewlêr

Îro 11 sal di ser koçkirina hunermendê Kurdistanî yê ji Rojavayê Kurdistanê Cemal Se’dûn re derbas dibin.

Cemal Se’dûn bi “Bilbilê Dêrikê” jî tê naskirin. Koçkirina wî bandoreke mezin li cemawer, hezkirî û miletê wî kir.

Hunermend Cemal Se’dûn di sala 1958an de li Dêrika Rojavayê Kurdistanê ji Dayik bû.

Ji biçûkanî ve ji hunerê hez kir û yekemîn elboma wî sala 1981ê derket.

Hunermendê koçkirî, gelek ahengên netewî, Newroz û dawet bi dengê xwe geş kirine, û stran li ser Kurdistanê û Barzaniyê Nemir gotine.

Ji ber helwest û hestên netewî, Cemal Se’dûn rastî zindan, stemkarî û êşkenceya Rêjîma Esed hat.

Di 31 Adara 2014an de piştî têkçûna rewşa wî ya tendurstî, Hunermend Cemal Sedûn di nexweşxaneyeke Bulgariya canê xwe ji dest da.

Li Dêrikê di merasîmeke girs de û bi beşdariyeke berfireh, bi xakê hate spartin.

*Hejal Elanê bi stranekê Cemal Se’dûn bi bîr anî

Ji bo bîranîna Hunermend Cemal Sedûn, Hunermend Hejal Elanê stranek bi navê "Cemal" belav kir.

Gotin û awazên stranê yên hunermendê navdar Şevger mîrza ne.