Di rojekê de 51 malbatên Ereb ên hawirde ji navçeya Mabeta ya Efrînê derketin

Di rojekê de 51 malbatên Ereb ên hawirde ji navçeya Mabeta ya Efrînê derketin

Welat TV – Hewlêr

51 malbat ji navenda navçeya Mabeta ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê derketin û vegeriyan gund û bajarên xwe.

Jêderên taybet ji Welat TV re got, di rojekê de 51 malbatên Ereb ên hawirde ji Mabeta derketin û berê xwe dan parêzgehên xwe li Şam, Hims, Hema û deverên din.

Jêderan da zanîn, ku rêjeyeke mezin ji malbatên Ereb ên hawirde derdikevin, lê bi derketina ji malên Kurdan her tiştekî bi xwe re dibin û kelûpelên nav mal dibin.

*Rêbend û diyardeyên çekdarî kêm bûne

Li gorî jêderan, hejmareke mezin ji çekdarên Emşat derketin û fermandarên pilebilind jî derketin û berê xwe dane Hemayê, diyardeyên çekdarî jî kêm bûne û rêjeya rêbendan kêm bûye.

*Veger berdewam e

Hevdemê derketina Erebên Hawirde ji Efrînê vegera xelkê Efrînê ji Heleb, Turkiyê, Libnan û Herêma Kurdistanê jî berdewam e.

*5 malbat ji Herêma Kurdistanê vegeriyane

Li gorî agahiyên bi destê Welat TV ketine, 5 malbatên Kurd ên penaber ji Hewlêrê vegeriyan gundên xwe li Efrînê.