Kobanî.. Welatî bi hêvî pêşwaziya Cejna Remezanê dikin

Welat TV - Hewlêr

Welatiyên bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bi kêfxweşî pêşwaziyê li Cejna Remezanê kir.

Berbanga îro, xelk li mizgeftên Kobaniyê kom bûn, nimêja xwe kir û cejn li malbat û kesûkarên xwe pîroz kir.

Tevî zehmetiyên jiyana rojane, lê welatî bi hatina cejna Remezanê kêfxweş in, û hêvî dikin ku mizgêniyên xweş di van rojan de bibîsin.

Piştî pîrozkirina cejnê, xelk berê xwe didin goristanan, her kes miriyên xwe bi bîr tine û şekir li zarokan tên belavkirin.

Di her cejnekê de, para zarokan a herî zêde ye, diyariyan werdigrin û ken li her mal û kolanekê belav dikin.

Bi hatina cejna Remezanê, welatiyên Kobanî û hemû bajarên Rojavayê Kurdistanê li benda ragihandina yekrêziya tevgera siyasî ya Kurdî ji bo çespandina mafên rewa li Sûriyê.