10 gundên Kobaniyê bê elektirîk in
Welat TV - Hewlêr
Balafirên Turkiyê xaleke leşkerî ya rêjîma Sûriyê li gundekî bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê îro 13 Çileya 2024an armanc kir, û 10 gundên din bê elektirîk in.
Dîdevanekî ji gundê taybet ji Welat TV re ragihand: Piştî nivro, Balafirên Turkiyê xaleke leşkerî ya rêjîma Sûriyê li gundê Xerabîsan ku 35 K.M li Rojhilatê bajarê Kobaniyê dikeve, armanc kir, di encama wê de, birîndar ketin.
Jêdereke din ji gundên Kobanî yên li ser sînorê Turkiyê, got: Ji ber şer û pevçûnên di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê li aliyekî û Artêşa Niştîmanî ya oposizyona Sûriyê li aliyekî din de, elektirîk li ser 10 gundan hatiye birîn.
Jêderê da zanîn: Her yek ji gundê Korik, Bîr Xat, Bîr Nasir, Bîr Zinar, Gorqoling, Êdûqê, Gêçqiran û gundên din bê elektirîk in.
Şêniyên li gundên hevsînor, her car baca şer didin, berdewam girjî li wan deveran heye.