Komkujiya Baniyasê bi tundî hat şermezarkirin
elat TV - Hewlêr
Ji dema ku komkujiya li Baniyasê rû daye, hin aliyên bi ser Hikûmeta Sûriyê ve hewl didin rastiyan şaş derxînin û tawanbaran bêguneh bikin.
Zarokê bi navê Ibrahîm Şahîn yek ji wan qurbaniyan e, ji duh ve bûye rojev û kuştina wî bi tundî hatiye şermezarkirin.
Jêderên sûrî tekez dikin ku bi destê çekdarên bi ser wezareta Berevaniyê ya hikûmetê ve hatine encamdan.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, Hêzên Ewlekariya Giştî, tawanbaran girtin û soza sizadan û dadgehkirinê dane.
Ji aliyê xwe ve, çalakvanan bêhêvîbûna xwe nîşan da û got eger tawanbar bihatan sizadan tawanên weha dubar nedibûn.
*Tawan
Di yekem roja Cejna Remezanê de, grûpeke çekdar êrîşî gundê Herf Binimre li gundewarê bajarê Baniyasê kir, di encamê de 6 welatî hatin kuştin, di nav de zarok û kesên bitemen hebûn.
Ev êrîş bû sedema tirsa welatiyên gund ku ji pêkhateya Elewî ne, û gelek malbat derbiderî deverên din bûn û hîn nevegeriyane malên xwe.
Li gorî Rewngeha Sûrî ya Mafên Mirovan, çekdaran diruşmên taîfî bang dikirin û êrîşî qurbaniyan kir.
Rewangehê da zanîn jî ku ji destpêka sala 2025an ve, 450 kes di piroseyên tolvedanê de li seranserê Sûriyê hatine kuştin.