Navendeke Mafnasî: Kuştina 1169 sivîlan di bûyerên Beravê de hatiye belgekirin

Navendeke Mafnasî: Kuştina 1169 sivîlan di bûyerên Beravê de hatiye belgekirin
Navendeke Mafnasî: Kuştina 1169 sivîlan di bûyerên Beravê de hatiye belgekirin

Welat TV - Hewlêr

Navendeke mafnasî a Sûrî navên nêzîkî 1170 qurbaniyên sivîl yên bûyerên Berava Sûriyê belge kirin.

Navenada Sûrî ya Ragihandin û Azadiya Nerînê di raporta xwe de eşkere kir ku wê "bi navan kuştina 1169 sivîlî di bûyerên Berava Sûriyê de" belge kirine.

Li gorî raportê, ew amar weha belav dibin: "723 sivîl li Laziqiyê, 276 li Tertûsê, û 161 li Hemayê bûne".

Navendê diyar kiriye ku di nava qurbaniyan de 103 jin û 52 zarok hene.

Her li gorî wê navendê, wan "kuştina 218 kesan ji endamên Ewlekariya Giştî" belge kiriye.

Navenada Sûrî ya Ragihandin û Azadiya Nerînê amaje kiriye, ku nasnameya tevaya qurbaniyan bi navan hatiye destnîşankirin.

Got jî: "Hewlên belgekirin û piştrastkirinê berdewam in û tê pêşbînîkirin ku hejmara qurbaniyan zêde bibe".

*Komîta Dûvçûna Rastiyan: Me 9 cihên binpêkirinan li Berava pişkinîn kirin

Di 25ê Adara bûrî de "Komîta Dûvçûna Rastiyan" ya ji bo bûyerên Berava Sûriyê ragihand ku pêwîstiya wan bi hevkariya hemûyan heye ji bo eşkerekirina rastiyan.

Yasir El-Ferhan Berdevkê Komîta Dûvçûna Rastiyan di kongireke rojnamevanî de li Şamê got: "Pêwîstiya me bi hevkariya hemûyan heye ji bo eşkerekirina rastiyan".