Çekdarên PYDê ciwanekî Amûdê revand

Çekdarên PYDê ciwanekî Amûdê revand

Welat TV - Hewlêr

Grûpeke çekdar e ser bi rêveberiya PYDê ve ciwanê bi nave Dijwar Tewfîq li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê revand û bo cihekî ne diyar veguhest.

Jêderekê ji malbata Tewfîq ji Welat TV re got: Grûpeke çekdar rûnixomandî ya ser bi rêveberiya PYDê ve, roja Înê demjimêr 7 êvarê, piştî vegera Dijwar ji mala hevalekî ew revand û bi otombîleke reş ji curê "Van H1" bo cihekî ne diyar veguhest.

Jêderê serbar kir, ta niha tu zanyarî li ser çarenivîsa Tewfîq tune ne, sedemên revandina wî jî ne diyar in û rêveberiya PYD berpirs e di ber her ziyaneke ku bighe wî de.

Dijwar Tewfîq endamê şaxî yê rêxistina Amûdê ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya "PDK-S" ye, ji dyîkbûyî sala 1989an e, xêzandar e û bavê du zarokan e.