Turkiyê careke din baregehine li Rojavayê Kurdistanê armanc kirin
Welat TV - Hewlêr
Turkiyê careke din baregehine li gundewarê Dêrik û Tirbespiyê yên Rojavayê Kurdistanê armanc kirin û ziyan hatin tomarkirin.
Jêdereke xwecihî ji Welat TV re got: Droneke Turkî şeva borî baregehek li nêzîk gundê Şirik li gundewarê Dêrikê armanc kir.
Serbar kir, balafirên Turkî kêlgeha Ewdê ya petrolê û banka çandiniyê ya berê li Başûrê bajarê Tirbespiyê armanc kirin bê ku tu zanyarî derbarê ziyanan de hebin.
Di vê derbarê de, wezareta berevaniyê ya Turkiyê şeva borî di daxuyaniyekê de, armanckirina 25 baregehên PKKê li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ragihand.
Beriya vê armanckirinê, wezareta Berevaniyê ya Turkiyê ragihandibû, di encama şer û pevçûnên li gel PKKê de, dema hewla derbasbûna bingeheke Turkî li Herêma Kurdistanê kiribû, 9 serbazên Turkiyê hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.