Komîta Dûvçûnê: Em ê li gumanberên bûyerên Berava Sûriyê guhdar bikin

Komîta Dûvçûnê: Em ê li gumanberên bûyerên Berava Sûriyê guhdar bikin
Komîta Dûvçûnê: Em ê li gumanberên bûyerên Berava Sûriyê guhdar bikin

Welat TV - Hewlêr

Komîta "Dûvçûna Rastiyan" a bûyerên Berava Sûriyê ragihand ku ji sibe ve ew ê seredana kesên berguman bikin.

Îro di hevdîtinekê de, Yasir El-Ferhan Berdevkê Komîta "Dûvçûna Rastiyan" a bûyerên Berava Sûriyê got ku wan daxwaz ji Hikûmetê kiriye ji bo ku li kesên girtî guhdar bikin û gotinên wan belge bikin:

"Sibe em ê dest bi seredana cihên girtina gumanberan bikin".

El-Ferhan got jî ku ew ê "xwe piştrast bikin ku hikûmet ta çi radeyekê dê girtiyan siza bike û qurbaniyan biparêze".

Berdevkê Komîta Dûvçûna Rastiyan a bûyerên Beravê got: "Em piştgirya mafê ragihandinê da ku bigihin deverên binpêkirinan, dikin".

Hefteya bûrî jî wê komîtê ragihandibû ku "mercên wan ne nimûneyî ne û pêwîstî bi hevkariya hemûyan heye ji bo eşkerekirina rastiyan". 

►Her weha bixwîne.. Komîta Dûvçûna Rastiyan: Me 9 cihên binpêkirinan li Berava Sûriyê pişkinîn kirin