Pevguhartina girtiyan di navbera Ewlehiya Navxwe û HSD de dest pê kir

Welat TV - Hewlêr

Proseya pevguhertina girtiyan di navbera Rêveberiya Ewlehiya Navxwe li Helebê û HSD de dest pê kir.

Îro û piştî îmzekirina rêkeftinê derbarî herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşerefiyê, proseya pevguhertina girtiyan di navbera Rêveberiya Ewlehiya Navxwe li Helebê û HSD de dest pê kir.
 
*Serbestberdana 230 girtiyî

Li gorî zanyariyan di vê proseyê de 230 kes hatine serbestberdan.

Jêderan diyar kir jî ku "140 ji aliyê Rêveberiya Ewlehiyê û 90 ji aliyê HSD ve hatin serbest berdan".

Muqedem Mihemed Ebdulxenî Rêveberê Ewlehiya Helebê û endamê komîta danûstandinê li gel HSD ji Welat TV re gotibû ku rêkeftinn ji dema îmzekirinê ve ketiye warê bicîkirinê de.

►Her weha bixwîne.. Xalên rêkeftina HSD û Hikûmeta Sûriyê