Reuters: Israîlê 3 bingehên ku Turkiyê li Sûriyê pişkinîn kirbûn armanc kirine

	Reuters: Israîlê 3 bingehên ku Turkiyê li Sûriyê pişkinîn kirbûn armanc kirine
Reuters: Israîlê 3 bingehên ku Turkiyê li Sûriyê pişkinîn kirbûn armanc kirine

Welat TV - Hewlêr

Ajansa Reuters eşkere kir ku Turkiyê berya êrîşên Israîlê, 3 bingehên esmanî li Sûriyê pişkinîn kirine.

Çar jêderan ji Reuters daye zanîn ku di "çarçoveya amadekariyan de, tîmên leşkerî yên Turkiyê di hefteyên bûrî de seredana bingeha T4 û ya Tedmurê ên esmanî li Himsê kiriye".

Her weha got: "Wê tîma leşkerî a Turkiyê seredana balafirxaneya sereke li parêzgeha Hemayê jî kiriye".

Jêderan diyar kiriye jî, ku biryar bû di 25ê Adarê de seredaneke din bo bingeha T4 û ya Tedmurê bihata encam dan, lê piştî ku Israîlê herdu bingeh armanc kirin, ew serdan neçû serî.

Ev yek di demekê de tê ku di rojên dawiyê de, asta girjiyan di navbera Turkiyê û Israîlê de derbarî Sûriyê zêde bûye, û daxuyaniyên tund ji herdu aliyan li dijî hev derdikevin.

►Her weha bixwîne.. Turkiyê: Divê Israîl dest ji siyasetên berfirehkirinê berde û vekişe