Turkiyê 7 cihên xizmetguzarî û leşkerî li Kobaniyê bombebaran kirin

Turkiyê 7 cihên xizmetguzarî û leşkerî li Kobaniyê bombebaran kirin
Westgeha elektirîkê li Kobaniyê

Welat TV - Hewlêr

Ji piştî nîvro ve, balafirên Turkiyê bajarê Kabaniyê û gundewarê wê armanc dikin.

Li gorî şopandina Welat TV, 7 cihên xizmetguzarî û leşkerî li Kobaniyê îro 14ê Çileya 2024an hatin bobebarankirin.

Jêderên me li Kobaniyê weha cihên ku rastî êrîşan hatine eşkere kirin:

- Kompaniya Lavarc a çîmento li gundê Xerab Işiq, ku du caran hate armanckirin.
-Navenda avahiyan li Başûrê bajêr.
-Westgeha elektirîkê.
-Navendeke ser bi Asayîşa rêveberiya PYDê ve.
-Navendeke li ser rêya Helebê.
-Navenda perwerdekirina mirîşk û çêlekan.
-Westgeha Şukrî.
-Ekadîmiya perwerdeya hizrî.

Rêveberiya PYDê di daxuyaniyekê de ragihand: Westgeha elektirîkê ku jêdera bajarê Kobaniyê û gundên wê ye, ji ber êrîşan ji kar ket.

Di vê derbarê de, wezareta berevaniyê ya Turkiyê şeva borî di daxuyaniyekê de, armanckirina 25 baregehên PKKê li Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Beriya vê armanckirinê, wezaretê ragihandibû, di encama şer û pevçûnên li gel PKKê de, dema ku wan hewla derbasbûna bingeheke Turkî li Herêma Kurdistanê dikirin, 9 serbazên Turkiyê hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.