Balafirên Turkiyê 3 sivîl li Dirbêsiyê birîndar kirin

Balafirên Turkiyê 3 sivîl li Dirbêsiyê birîndar kirin
Ehlam Ebdulrezaq - Dirbêsiyê

Welat TV - Hewlêr

Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, balafirên Turkiyê îro 14ê Çileya 2024an, 3 welatiyên sivîl birîndar kirin.

Ajansa Hawar a nêzîkî rêveberiya PYDê got: Li gundê Kirbetlî yê Dirbêsiyê, mala sivîlekî hate armanckirin, di encamê de 3 welatî birîndar bûn.

Weke ajansê daye diyarkirin: Her du zarok Can û Rocan Xalid Hiso, û jina kurd Ehlam Ebdulrezaq birîndar bûn.

Ji aliyê xwe ve jêderekê ji bajêr tekez kir: Navenda dabeşkirina xwarinê, li navenda bajêr hate armanckirin.

Ji sibehê ve balafirên Turkiyê bajarê Kabaniyê, gundewarê wê û Dirbêsiyê armanc dike.

Li gorî şopandina Welat TV, 7 cihên xizmetguzarî û leşkerî li Kobaniyê îro hatin bobebarankirin.

Rêveberiya PYDê di daxuyaniyekê de ragihand ku westgeha elektirîkê li Kobaniyê ku jêdera bajarê Kobaniyê û gundên wê ye, ji ber êrîşan ji kar ket.