Du baregehên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê hatin armanckirin

Du baregehên Hevpeymaniya Navdewletî li Sûriyê hatin armanckirin

Welat TV - Hewlêr

Milîsên ser bi Îranê ve dubare du bingehên Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi mûşekan armanc kirin.

Jêdereke xwecihî ji Welat TV re got: Milîsên ser bi Îranê ve şeva borî bi mûşekan bingeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî li kêlgeha Elomer li Dêra Zorê û bingeha Xirab Elcîr li bajarokê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê armanc kirin, bê ku zanyarî derbarê ziyanan de hebin.

Li gorî dawîn amara wezareta bergiriyê ya Emerîkayê, ji 17ê Mijdara 2023yan ve û ta niha, milîsên ser bi Îranê ve bingehên hêzên Emerîkî û yên Hevpemaniya Navdewletî li Sûriyê û Iraqê armanc dikin, ta niha 130 êrîş hatine tomarkirin.

9 bingehên Emerîkî û yên Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hene, yek li devera Eltenef li gundewarî Humsê ye, 2 li Dêra Zorê ne û 6 jî li Rojavayê Kurdistanê ne.