Turkiyê navenda bajarê Qamişlo bombebaran kir
Welat TV – Hewlêr
Balafirên Turkiyê îro 15ê Çileya 2024an, navenda bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir.
Cihên xizmetguzarî li navenda bajêr hatin bombebarankirin, ziyana herî mezin gihişt westgeha elektirîkê.
Dîdevan û jêderan ji Welat TV re ragihandin: Ji ber êrîşê agirekî mezin bi westgeha elektirîkê ket, ji duh ve bajar bê elektirîk e.
Her weha li nêzîkî Keraca Newroz malek hat armanckirin, pişt re navenda Asayîşa PYDê li nêzîkî Diwara Efrîn a li bajêr hate armanckirin.
Jêderekê ji gundê Şirikê yê gundewarê Dêrikê da zanîn: Du car in rêbenda Asayîşa PYDê li gundê tê armanckirin.
Li bajarê Dirbêsiyê jî westgeha elektirîkê hat armanckirin. Li Tirbespiyê westgeha Ewdê ya gazê hate armanckirin.
Ji duh ve balafirên Turkiyê bi tundî bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê yên di bin destê rêveberiya PYDê de armanc dikin, di encamê de bi dehan cihên xizmetguzarî û leşkerî hatine têkbirin.
Rêveberiya PYDê di daxuyaniyekê de tekez kir ku hemû navendên xizmetguzariyê yên ku hatine armanckirin, ji kar ketine.