Mesrûr Barzanî beşdarî Korbenda Davosê dibe
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke fermî bo beşdariyê di Korbenda Aborî ya Cîhanî li Davosê de bike ber bi Swîsrayê ve bi rê ket.
Şanda Herêma Kurdistanê bo cara yekem beşdarî Korbendê dibe, ji berpirsên hikûmî, weberhêner û karsazan pêk tê û di çarçoveya hewlên berdewam ên Herêmê bo bihêzkirina pêwendiyan li gel welatên cîhanê de ye.
Mesrûr Barzanî dê li Davosê li gel hejmarek serok, serokwezîr û berpirsên pilebilind ên Rojhilata Navîn, Ewropa û cîhanê bicive û hejmarek mijarên navxweyî, navçeyî û cîhanî di nav de peywendiyên dualî bi taybetî di warên aborî û weberhênanê de gotûbêj bike. Serbarî beşdariyê di panelekê li ser nakokî û aloziyên li Rojhilata Navîn de.
Bi destpêşxeriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê “Mala Kurdistanê” li Davosê tê vekirin. Korbenda îsal di bin navê “Avakirina Baweriyê” tê lidarxistin, tê de çendîn doseyên girêdayî bi wize, sîstema bankî û mijarên siyasî tên gotûbêjkirin.