Hikûmeta Elmanya ya dahatî ji bo sînordarkirina koçberiya ne yasayî rêkaran distîne
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta dahatî ya Elmanya rêkeftinek derbarî zincîrek rêkar ji bo girtina rê li pêş koçberiya ne yasayî ragihand.
Ev rêkeftina "Hevpeymaniya nû ya desthilatdar" a Elmanya rawestandina daneheva malbatan û dayîna derfetê ji bo dersînorkirinê bo Sûriyê jî li xwe digire.
*Belgeya Lihevkirinê
Li gorî belgeya lihevkirinê ya wê Hevpeymaniyê, dayîna bilez a welatîbûnê ji koçberan re ku destûr dabû wan piştî 3 salan ji niştecîbûnê mafê welatîbûnê bistînin dê were rakirin.
Rêkeftin her weha redkirina penaxwazan li ser sînorên bejayî û hêsankirina dersînorkirina kesan bo Sûriyê û Afganîstanê, "di destpêkê de tawanbar", li xwe digire.
Derbarê welatîbûnê de, Hevpeymaniya Hikûmeta dahatî ya Elmanya li ser dema dayîna regeznameyê bo biyaniyan, ku ji 8 salan bo 5 salan were kêmkirin, li hev kir û di heman demê de mafê welatîbûna dualî dê parastî be.
Ji aliyekî din ve û ji bo kesên ku parastina demkî wergirtine, dê daneheva malbatê bo dema 2 salan were rawestandin.
Ev rêkar di çarçoveya hewlên "Hikûmeta dahatî" ya Elmanya de tên ji bo kontrolkirina pêlên koçberiyê û bihêzkirina rêkarên ewlehiyê, bi taybetî piştî 6 hefteyan ji hilbijartinên pêşwext ên parlemanî yên wî welatî.