Koriya spasiya pêşmerge dike û dê peywendiyan bihêztir bike

Koriya spasiya pêşmerge dike û dê peywendiyan bihêztir bike

Welat TV – Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn a Hewlêrê pêşwazî li Konsulê welatê Koriyayê “Seungcheol Lim” kir.

Baregeha Barzanî îro 15ê Çileya 2024an got: Konsulê Koriyayê rola hêzên Pêşmerge ku şer bo azadî û ewlehiyê kiriye, bilind nirxand, her weha behsa hevaltiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Komara Koriyaya Başûr de kir, û tekez kir ku welatê wî amade ye peywendiyan bihêztir bike û parastinê li ser peywendiyan di her warekî de bike.

Serok Barzanî spasiya gel, hikûmet û hêzên Koriyayê kir, ku piştevaniya Herêma Kurdistanê kiriye.

Baregehê da zanîn jî: Her du aliyan behsa pêşhate û rewşa siyasî li deverê bi giştî kir.