Penabereke Rojavayê Kurdistanê bû qurbaniya rûdaneke hatûçûnê

Penabereke Rojavayê Kurdistanê bû qurbaniya rûdaneke hatûçûnê
Gulê Mihemed Mislim

Welat TV – Hewlêr

Li Bakurê Kurdistanê, di encama rûdaneke hatûçûnê de jineke kurd a penaber jiyana xwe ji dest da.

Yek ji malbata wê ji Welat TV re îro 15ê Çileya 2024an ragihand: Li gundê Yolçat ê hevsînor bi Efrînê re, di encama rûdaneke hatûçûnê de jina kurd a bitemen Gulê Mihemed Mislim, jiyana xwe ji dest da.

Jêderê got: Gulê ji gundê Kosa yê Meydana li navçeya Raco ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, ji çend salan ve penaberî Bakurê Kurdistanê bûbû.

Da zanîn: Îro termê wê hat vegerandin, li gundê hevjînê xwe, Meydan Ekbesê yê heman navçeyê bi xakê hate spartin.