Dijwar Tewfîq ji zindanên PYDê serbest hate berdan

Dijwar Tewfîq ji zindanên PYDê serbest hate berdan

Welat TV - Hewlêr

Ciwan û Çalakvanê Amûda Rojavayê Kurdistanê Dijwar Tewfîq ji zindanên rêveberiya PYDê serbest hate berdan.

Dijwar roja Înê demjimêr 7 êvarê, ji aliyê grûpeke çekdar e rûnixomandî ya ser bi rêveberiya PYDê ve li bajarê Amûdê bi otombîleke reş ji curê "Van H1" hatibû revandin. Şeva borî serbest hate berdan.

Dijwar Tewfîq endamê şaxî yê rêxistina Amûdê ya Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya "PDK-S" ye, ji dyîkbûyî sala 1989an e, xêzandar e û bavê du zarokan e.