Nêçîrvan Barzanî: Proseya aştiyê derfetek e divê hemû bi cidiyet werbigirin

Nêçîrvan Barzanî: Proseya aştiyê derfetek e divê hemû bi cidiyet werbigirin
Nêçîrvan Barzanî: Proseya aştiyê derfetek e divê hemû bi cidiyet werbigirin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîna li gel serokê Turkiyê de, tekez kir ku proseya aştiyê derfeteke divê hemû bi cidiyet werbigirin.

Di çarçoveya beşdariyê di Korbenda Diplomasî ya  Antalya de, Nêçîrvan Barzanî û Erdogan civiyan.

Li gorî daxuyaniyekê ji Serokatiya Herêma Kurdistanê, herdu aliyan giringiya pêwendiyên Turkiyê li gel Iraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de gotûbêj kir.

Di tewerekî din ê civînê de, proseya aştiyê li Turkiyê û civîna Erdogan li gel şanda Îmraliyê hatin gotûbêjkirin.

Di vê derbarê de Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo her hevkariyekê ji bo serxistina proseyê kir.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku "proseya aştiyê derfetek e divê hemû bi cidiyet werbigirin û nabe bi tu awayî ev derfet ji dest were birin".

Her weha tekez kir ku ji bo biserxistina proseya aştiyê pêwîst e "PKK" bersiva banga Ocelan bide û bi tevahî pê pabend be.
  
Dawîn pêşhateyên deverê bi giştî û Sûriyê bi taybetî û giringiya parastina aramiyê, tewerekî din ê civînê bû.