Erebên hawirde darên zeytûn û merxan li Efrînê dibirin
Welat TV – Hewlêr
Li gundê Çobana yê herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, darên biber ên zeytûnan û darên merxan hatin birîn.
Jêderekê ji gund îro 15ê Çileya 2024an ji Welat TV re da xuyakirin: Erebên hawirde 20 darên zeytûnan ên kurdekî li gundê Çobana yê bi ser bajarê Cindirêsê ve birîn.
Jêderê anî ziman jî: Ji bilî darên zeytûnan, darên merxan jî hatin birîn, erebên hawirde weke êzing ji xwe re dizîn.
Li gundê Elkê yê navçeya Şera jî, çekdarên Sultan Murad bi fermandariya Ebû Ferhat, 65 darên zeytûnan ên kurdan birîn.
Jêderekê ji gund ji Welat TV re got: 18 darên Ebdo Yûsif, 16 darên Yûsif Cuma, 5 darên Azad Hemo, 7 darên Ferhad Muxtar, 10 darên Mehmûd Arif û 18 darên Osman Hemo ji kokê ve hatine birîn, ku temenê wan 70 sal in.
Li gundê Satiya, çekdarên Hemzat 20 darên Kawa Mehmûd Hiso, ku bi xwe ji gundê Gewrika ye, birîn.
Di 23 Mijdara 2023yan de, Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Oposizyona Sûriyê (Itîlafê) di civîna xwe ya 69 de, tekezî li ser sizedan û dadgehkirina tawanbar û encmaderên binpêkirinan kir. Di 28ê heman mehê de, Nivîsgeha Ragihandinî ya bi ser Wezareta Berevaniyê di "Hikûmeta Sûriya Demkî" de, tekez kiribû: "Parastina dar û siruşta Efrînê ji erkê Artêşa Niştîmanî ye", lê cotkar tekez dikin ku piraniya proseyê bi destê wan çekdaran e, mebest ji birînê firotina êzingan e, ku yek ton bi 150 dolarên Emerîkî tê firotin.
Bajarê Efrînê, 7 navçe û gundên wê niha di bin destê Turkiyê û çekdarên "Artêşa Niştîmanî" ya oposizyona Sûriyê de ne, ji 18 Adara 2018an ve ji destê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê derketiye.