Binpêkirin li Efrînê encam dane.. Fermandarê "Sultan Murad" bû cîgirê wezîrê berevaniyê

Binpêkirin li Efrînê encam dane.. Fermandarê

Welat TV - Hewlêr

Fermandarekî "Artêşa Niştîmanî" ku bi encamdana binpêkirinan tê naskirin, bû cigirê wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê.

Jêderên Sûrî da zanîn ku Fehîm Îsa weke cîgirê wezîrê berevaniyê yê Sûriyê di devera Bakur de hat destnîşankirin.

Fehîm Îsa fermandarê çekdarên "Sultan Murad" bû, li her du navçeyên Bilbilê û Şera yên Efrînê, her weha li Serê Kaniyê, Girê Spî, Ezaz, El-Rayî û deverên din ên bin destê Turkiyê de dehilatdar bû.

Li gorî rêxistinên mafê mirovan û mafnasan, çekdarên "Sultan Murad" binpêkirin di dermafê Kurdan, li Efrînê û deverên din de encam dane.

*"Emşat û Hemzat"

Di Adarê de, Seyfedîn Polat ê ku bi "Ebû Bekir" tê naskirin û fermandarê çekdarên "Hemzat" bû û li ser lîsteya sizayan a Emerîkî ye, weke fermandarê firqeya 76an li parêzgeha Helebê hat destnîşankirin.

Beriya wê jî, Mihemed Casim Ebû Emşa ku fermandarê "Sultan Silêman Şah" bû û li ser lîsteya sizayan a Emerîkî ye weke fermandarê firqeya 25 li parêzgeha Hemayê hat destnîşankirin. 

*Rastî rexneyan hatine 

Ji ber encamdana her yek ji çekdarên Emşat, Hemzat û Sultan Murad, ji binpêkirin û tawanan di dermafên Kurdan de li Efrînê û deverên din, destnîşankirina her sê fermandaran rastî rexneyên tund ji aliyê çalakvan û çavdêran ve hatiye.