Lîstikvaneke Kurd 4 gol di lîstika Sûriyê li gel Kiwêtê tomar kirin

Lîstikvaneke Kurd 4 gol di lîstika Sûriyê li gel Kiwêtê tomar kirin

Welat TV - Hewlêr

Tîma Sûriyê ya topa pê ya keçan di qehremaniya Rojavayê Asiya de pileya sêyem bi dest xist.

Lîstikvana Kurd Aya Mihemed 4 gol di wê lîstika li gel tîma Kiwêtê tomar kirin.

*Encam 7-1 e

Bi wê encamê, Tîma Sûriyê ya keçan di pileya sêyem de cihê xwe girti piştî ku di lîstika xwe li gel Kiwêtê bi encama 7-1 bi ser ket.

Di wê lîstikê de 4 gol bi lingê lîstikvana Kurd Aya Mihemed keça bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hatin tomarkirin.