Efrîn.. Endezyarekî Kurd serbest hate berdan

Efrîn.. Endezyarekî Kurd serbest hate berdan

Welat TV - Hewlêr

Endezyarê Kurd Şêxo Hac Ehmed Zada piştî revandina wî bi çend mehan serbest hate berdan.

Jêdereke nêzîk ji malbata Zada îro ji Welat TV re got: Şêxo piştî revandina wî di 29ê Îlona 2023yan de li ser rêya di navbera bajarê Efrîn û navçeya Bilbilê de serbest hate berdan.

Li gorî şopandina Welat TV û agahiyên ji jêderên xwe li Efrînê werdigire, hejmarek ji girtiyan beramberî fidiyê, serbest hatine berdan, bêtirî tometan têkilî bi PYDê re ye.

Di sala 2023yan de, 344 rewşên girtin û revandinê di dermafê sivîlên kurd de ji aliyê polîsên leşkerî û sivîl, her weha hin grûpên çekdar ên ser bi Opozîsyona Sûrî ve li Efrînê û gundewarê wê hatine belgekirin.