Sûraqa Emûrî: 7 rêbendên hevbeş li derdora Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin danîn

Sûraqa Emûrî: 7 rêbendên hevbeş li derdora Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin danîn
Sûraqa Emûrî: 7 rêbendên hevbeş li derdora Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hatin danîn

Welat TV - Hewlêr

Karên vekirina rêyên ku diçine Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin û 7 rêbendên hevbeş hatine danîn.

Îro Yekşemê, karên vekirina rêyên ku diçine herdu taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li Helebê dest pê kirin û rêbendên axî hatin rakirin.

*Danîna 7 rêbendên hevbeş

Berpirsê ewlehî li Helebê Sûraqa Emûrî ji Welat Tv re got ku wan dest bi bicîkirina xalên "rêkeftina 1ê Nîsanê" kiriye.

Emûrî da zanîn: "Xalên îro hatî bicîkirin, rakirina rêbendan û tevlîkirina hêzên ewlehiya hinidrîn di nava ewlekariya giştî de, û danîna rêbendên hevbeş, bûn".

Wî berpirsê ewlehî diyar kir ku ew "niha kar li ser rakirina rêbendên axî dikin da ku tevaya rêyên diçine taxan û bajarê Helebê werin vekirin".

Sûraqa Emûrî her weha got: "Niha li ser wan rêbendan, hêzên ewlekariya giştî û her weha ewlekariya hindirîn ên ku tevlî Wezareta Navxwe bûne, dimînin. 7 rêbend in li derdora Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, ji filka Lêremûn ta filka Cendûl".