Ji ber kirîza çemento.. Kargehên bilokan li Qamişlo rastî ziyaneke mezin hatine
Welat TV - Hewlêr
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 100 kargehên bilokan hene, xwediyên wan çemento ji Herêma Kurdistanê tînin, vê dawiyê êdî çemento nema tê, û karê wan kêm bûye.
Li aliyekî din, Çementoya ku ji bajarên Sûriyê tê, kiwalîtiya wê ne başe û li gor wê buhaye, ev tişt zirarê dighîne karmendan jî, ji ber ku dema karê kargehan radiweste ew bê jêdereke abûrî dimînin.
Ev derdora 25 rojan hin kargeh yek car kar nakin, û rastî ziyaneke mezin hatine, vê yekê jî bandoreke mezin li lêkirinê kiriye.
*Bandor li abûriya xelkê kiriye
Pirsgirêka çemento bandoreke mezin li xwediyên kargehan kiriye her weha bûye sedema têkdana rewşa abûrî ya gelek malbat, banga xwediyên kargehan ew e ku ev pirsgirêk were çareserkirin.
Bandora rawestana kargehan bi awayekî zelal niha li Qamişlo diyar dike, bi dehan karmend bê derfet mane û li benda derfeteke kar in, eger ev pirsgirêk çareser nebe dibe ku ev hejmar bilindtir bibe.