Polîsên Elmanî kujerekî Sûrî kuşt
Welat TV - Hewlêr
Dozgeriya giştî li Berlînê ragihand ku polîsan kujerekî Sûrî yê 43 salî kuşt.
Penaberê Sûrî yê ku hatiye kuştin bi kêran li welatiyekî Elmanî yê 29 salî dabû û kuştibû, dema hewl dida birev polîsan da şopa wî û gule berdan, di encamê de penaberê Sûrî hat kuştin.
Beriya bûyerê nakokî di navbera her duyan de li yek li westgehên metroyê derketibû, ji nakokiyê bûbû şer, penaberê Sûrî bi kêran li ser dilê welatiyê Elmanî de lêdabû û kuştibû.
*Rêkarên tund
Di vê dema dawiyê de ji ber tawanên weha yên ku penaber encam didin, bangên dersînorkirina penaberan bilind û zêde bûne.
Her weha rêkarên pêşwazîkirina penaberan tund bûne, nexasim piştî ketina rêjîma Esed.