Serok Barzanî: Baştirîn wefadarî ji şehîdên Enfalê re em yekdeng bin û pêşerojeke geş ji bo gelê xwe ava bikin
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî di 37 salvegera tawana Enfalê de peyamek belav kir, tê de got "Baştirîn wefadarî ji bo şehîdên Enfalê ew e em yekdeng bin û bi hev re pêşerojeke geş ji bo gelê xwe ava bikin".
*180 hezar şehîd
Serok Barzanî di peyama xwe de got: "Proseya Enfalê beşeke ji wê stem û tawanan bû ku li sedsala derbasbûyî ji aliyê rejîma berê ya Iraqê ve li ser gelê me encam da. Li encama wê proseya nemirovane da ku bi çend qonaxan hemû navçeyên Kurdistanê li xwe girt, 180 hezar welatiyên bêtawan ên Kurdistanê hatin bêserûşûn û şehîdkirin".
*kîmyabarankirin, erebkirin, bi zorê veguhestin
Serok da zanîn "Di Heman demê de bi wê yekê re kîmyabarankirin, siyaseta erebkirin, bi zorê veguhestin û têkdana jêrxana aboriya Kurdistanê û wêrankirina hezaran gund beşeke din ê wan tawanan bûn ku li sedsala derbasbûyî de ji aliyê rejîma Iraqê ve li hember gelê me hatine encamdan".
*"Tawanbar ketin zibildanka dîrokê"
Serok Barzanî anî ziman, "Tawanbar ketin zibildanka dîrokê lê belê birîn û şûnwarên wê jenosayd û zulmê hê jî mane û nehatine kewandin. Divê dewleta Iraqê qerebûya Enfal û wê jenosaydê bike ku li dijî mîletê me hatiye encamdan. Pêwîst e jî rê li hemû cure nêrîn û siyaset û kirdareke şovenî li dijî xelkê Kurdistanê bê girtin".
*"Baştirîn wefadarî em yekdeng bin"
Serok Barzanî got jî "Li sîh û heft saliya bîranîna xemgîn a Enfalê de baştirîn wefadarî ji bo şehîdên Enfalê ew e em hemû li xizmetkirin û parastina welatê xwe de yekdeng bin û bi hev re pêşerojeke geş ji bo gelê xwe ava bikin. Serbilindî ji bo malbat û kesukarên şehîd û enfalan, hezaran silav li giyanê pakê şehîdên Enfal û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê".