Bilindbûna nirxên keskayî û fîkiyan azarên welatiyan li Hesekê zêde dike
Welat TV - Hewlêr
Bilindbûna nirxên keskayî û fîkiyan li bazarên bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê êş û azarên welatiyan zêde dike.
Welatiyekî Hesekê îro ji Welat TV re got: Hemû curên keskatî û fêkiyan li bazran hene lê nirx bilind in ev yek jî bi nerênî bandorê li ser tevgera kirîn û firotinê dike.
Serbar kir, ji ber daketina nirxê Lîreya Sûrî hember Dolarê Emerîkî û sepandina bacên Gumrigî yên bilind li ser fêkiyên ku ji deverên di bin kontrola Rêjîma Sûrî de tên, nirxên keskayê û fîkiyan li bazarên Hesekê bilind bûne.
Da zanîn, îro kîloya sêvan bi 10 hezar Lîreyên Sûrî ye, ya bacanên sor bi 10 hezar LS ye û ya petate bi 7 hezar LS ye, ev nirx jî bilind in berawerdî bi nirxên berê re.
Hevdemê daketina nirxê Lîreya Sûrî hember diravên biyanî û nebûna hevsengiyê di navbera dahata rojane ya welatiyan û nirxan de, welatiyên bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê nikarin pêdviyên jiyana rojane peyda bikin.