Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron tekezî li ser parastina mafên Kurdan li Sûriyê kir

Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron tekezî li ser parastina mafên Kurdan li Sûriyê kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Parîsê pêşhateyên deverê gotûbêj kirin û tekezî li ser parastina mafên Kurdan li Sûriyê kir.

Îro Nêçîrvan Barzanî li gel Emmanuel Macron li koşka Êlîzê civiya, di civînê de, çawaniya bihêzkirina peywendiyên dualî, pêşhateyên Rojhilata Navîn, rewşa Sûriyê û metirsiya terorê û berdewamiya êrîşên rêxistina DAIŞ a terorîst gotûbêj kirin.

*Tekezî li ser parastina mafên Kurdan li Sûriyê hat kirin

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya parastina mafên Kurdan û pêkhateyên din li Sûriyê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê kir.

Nêçîrvan Barzanî spasiya Emmanuel Macron li ser piştevaniya wî ya berdewam ji Herêma Kurdistanê re û rola wî ya girîng di aramiya deverê de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê got jî: ”Kêfxweş bûm ku îro li koşka Êlîzê li gel hevalê xwe serok Emmanuel Macron civiyam, peywendiyên me yên li gel Fransa taybet in û berdewam bihêz dibin”.

Nêçîrvan Barzanî pirtûka ”Kurdistan Xuşewîstekem” weke diyarî pêşkêşî Emmanuel Macron kir.