Serok Mesûd Barzanî biparêzgahbûna Helebce pîroz dike
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi helkefta biparêzgahbûna Helebce belav kir.
Serok Barzanî spasî û destxweşî li her kesekî kir ku di pejrendina projeya biparêzgehbûna Helebce de beşdar bû û rola xwe dît.
*Spasî û destxweşî
Serok Barzanî got: "Destxweşî û spasiyên xwe pêşkêşî serokayetî û hemû endam û kutleyên siyasî yên li nava Encûmena Nûnerên Iraqê dikim ku roleke erênî li pejirandina projeya biparêzgehbûna Helebce de dîtin. Her weha destxweşiyê li fraksiyonên Kurdistanî yên Encûmena Nûnerên Iraqê dikim ku bi yekdengî û yekrêziyê wê destkeftê ji bo xelkê Helebce û Kurdistanê mîsoger kir û hevkarê hevdu bûn ji bo dengdan û pejirandina projeya biparêzgehbûna Helebceya xweşdivî û rûmeta min ji bo rola wan hemû birêzan heye ku hewl ji bo biparêzgehbûna Helebceyê dane. Her wiha pîrozbahiyeke germ jî li xelkê xweşdiviyê Helebce û hemû Kurdistaniyên azîz dikim".
*Pêşkêşkirina xizmetguzariyan
Serok Barzanî diyar kir "Hêvîdar im biparêzgahbûna Helebce destpêkek, ji bo pêşkêşkirina xizmetguzarî û dubare avakirina vê devera Kurdistanî ya qurbanîder be".
Serok Barzanî got jî "Her li vê helkeftê de hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên Helebce û hemû şehîdên Kurdistanê re dişînin û hêviya xêr û xweşiyê ji bo xelkê Helebce û hemû Kurdistaniyan re dixwazin".