Mesrûr Barzanî: Biparêzgahbûna Helebce kêmtirîn sozdarî ji qurbanîdana wê re ye

Mesrûr Barzanî: Biparêzgahbûna Helebce kêmtirîn sozdarî ji qurbanîdana wê re ye

Welat TV - Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî bi helkefta biparêzgahbûna Helebce peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de got: Germtirîn pîrozbahî pêşkêşî xelkê Helebceya şehîd, tekoşer, qurbanîder û stembar dikim. Ev biryar kêmtirîn sozdarî û wefadrî ji tekoşîn û qurbanîdana xelkê Helebceya xweşewîst re ye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî diyar kir Hêvîdar im biparêzgahbûna Helebce bibe destpêkek ji bo zêdetir pêşkêşkirina xizmetguzariyan, Em ê li gel Hikûmeta Fedral di peywendiyan de berdewam bin, ji bo şêweyekî baş û hêja, xizmet û budce jê re terxan bikin.

*Hikûmet qerzdarê qurbanîdana malbat şehîdan e

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem xwe weke qerzdarê qurbanîdana malbat û kesûkarên şehîdan dizane, dê di pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir ji şêniyên parêzgeha Helebce û hemû deverên din de berdewam be