Rojnamevanekî ji Der'ayê: Liwaya 8an êdî bi fermî nema
Welat TV - Hewlêr
Piştî zêdebûna aloziyan li Busra El-Şam û derdora wê, lîwaya Heştan, ku Ehmed El-Eûde serokatiya wê dike, duh bi fermî hat hilweşandin, û rojnamevanekî nûçe ji Welat TV re piştrast kir.
Rojnamevan Hemze Ferec da zanîn, "Liwaya 8an êdî bi fermî nema û xwe hilweşandiye".
Ferec diyar kir "Endamên Liwaya 8an li Der'ayê dê di bin sîwana wezaretên Berevaniyê û Navxwe de kar bikin".
"Çekên xwe radest dikin"
Rojnamevan Hemze Ferec tekez kir, "Ji duh ve pirojeya radestkirina çekên Liwaya 8an dest pê kiriye".
Ev biryar piştî şerpevçûnan di navbera Hikûmeta Şamê û wê girûpê de tê, ku hêzeke serbazî ya serdest li herêmê bû û li dijî hikûmetê şer dikir.